Besê Hozat: Azadiya Rêbertî tê wateya çareseriya li ser bingeha Demokratîk

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî rojevên sereke yên li Kurdistanê axivî.
Hozat dîsan weke rojeva sereke îşaret bi tecrîda li Îmraliyê kir û got:
Pêngava azadiyê roj bi roj hîn bêhtir navneteweyî dibe û divê hîn bêtir bê xurtkirin.
Hozat di nirxandinên xwe yên li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî agahî da û got:
PDK’ê Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye.

“Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk.

Tê wateya azadiya Kurdistanê.”

Bi van gotinan Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat îşart bi pêngava li dijî tecrîda li Îmraliyê têmeşandin kir û wiha got:

“Pêngava azadiyê roj bi roj hîn bêhtir navneteweyî dibe.

Lewma di asteke girîng de xwedîderketin heye.

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk.
Tê wateya azadiya Kurdistanê.

Lewma divê Rêber Apo bi esasî karibe parêzerên xwe bibîne.

Divê mercên azadî, ewlekarî û tenduristiyê yên Rêbertî bêne afirandin.”

Besê Hozat têkildarî tecrîda li Îmraliyê, operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk û mijarê di rojevê de, di Bernameya Taybet a Medya Haber TV de nirxand.

Besê Hozat: CPT hiqûqa xwe binpê dike

Besê Hozat îşaret bi têkliya navbera CPT û dewleta Tirk jî kir û wiha domand:

“Divê mirov li têkiliyên CPT ên bi dewleta Tirk re bipirsin.

Ev têkiliyeke çawa ye ku hiqûqa navneteweyî ya wan bi xwe ava kirine binpê dikin.

Divê piştperdeya vê têkiliyê û naveroka wê baş bê fêhmkirin.

Pêwiste li hemberî vê têkoşîneke xurt bê meşandin.”

Besê Hozat: Gerîla di nava têkoşîneke bêhempa de ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê şer û berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker jî nirxand.

Besê Hozat balkişand ser hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk a qirker re û ev agahî dan:

“Li Metînayê PDK’ê rê daye dewleta Tirk. Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye.

Bi her awayî îstîxbarat û piştgiriya lojîstîk dide.

Ji bo bi pêş ve biçe derfetan pêşkêş dike, rê paqij dike û dikeve pêşiya dagirkeran.”

Besê Hozat: Artêşa Tirk li metînayê gelek kuştî da

Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk a tengav bûyî ji Iraqê jî piştgiriyek şênber xwest û wiha bi dawî kir:

“Dixwazin bi rengekî şênber pêşmergeyan û Iraqê tevlî vî şerî bikin.

Ji ber vê yekê bi Iraqê re nîqaş kirin. Xwestin odeya operasyonê ya hevpar ava bikin.

Lê belê eşkereye di vê mijarê de hîna bi Iraqê re li hev nekirine.

Xuya ye Iraqê zext û ferzên Tirkiyê bi temamî qebûl nekiriye.

Ji ber vê jî gava duyemîn a bi vî rengî nikare biavêje.”

Back to top button