“Bandora êrişên dagirkeriyê li ser Xwezaya Başûrê Kurdistanê”

Mamostayê zanîngehên Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên dagirkeriyê li ser jîngeh de axivîn û gotin:”Divê Herêm û Bexda bi rêya navnetewî êrişên dewleta Tirk rawestîne.
Ji ber bombebaranên dewleta Tirk ziyanek mezin gihiştiye jîngeh û lawiran, gelek lawir koç dikin û gelek jî tine bûne.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bi hovîtî dewam dike.

Ji ber êrişan jîngeh û xweza talan bû, her wiha bi hezaran donum, daristan şewitîn û lawir jî mirin.

Tevî hemû êrişên berçav jî hikumeta demborî ya Başûr bêdengiya xwe diparêze.

Mamostayê zanîngeha Helebce Usame Eşref derbarê mijarê de axivî.

Mamote Usamî Eşref: Metirsiyek mezin li ser Jîngeha Başûr heye

Mamote Usamî Eşref da zanîn ku metirsiyeke mezin li ser jîngehê heye û got:

“Li gorî daneyan ger hejmara niştecihan ji sedî 2 zêde bibe divê jîngeh ji sedî 5 were parastin.

Ev agirên ku ji aliyê welatiyan ve bi zanebûn tên pêxistin, weke karesat û tawanên mezin tên dîtin.

Ji ber ku ev yek li dijî xweza û jîngehên daristanê tê bikaranîn, li dijî yasayê ye.

Pêwîste ku em jîngeha xwe biparêzin, da ku ax, av û hewaya me tenduris be.”

Mamote Usamî Eşref: Ji ber êrişan Xweza û Lawir tune dibin

Usame Eşref derbarê bandora êriş û bombebaranên dewleta Tirk yên li ser jîngeha Kurdistanê de ev tişt anî ziman:

“Gelek caran welatên cîran ên dagirker jîngeha Herêma Kurdistanê bombebaran dikin, ev yek ziyanek mezin dide jîngehê.

Divê Herêm û Bexda li qada navnetewî rê li van êrişane bigre.

Ji ber van êrişan xweza û lawirên kûvî tûne dibin û cihê jiyanê namîne.”

Mamote Usamî Eşref: Divê aliyên peywendîdar li ser mijarê kar bike

Di dawiya axaftina xwe de mamosta Usame anî ziman ku divê Hikumeta Başûr birêya peywendiyên li ser asta hikumeta Iraqê, herwiha li ser asta rêxistin û konferansên navnetewî liser mijarê de kar bike.

Back to top button