Li Peravên Îtalya 2 keştiyên koçberan binav bûn: 11 kes mirin

Li Peravên Îtalya 2 keştiyên koçberan binav bûn.
Di encamê de, 11 kes mirin û 60 jî winda ne.

Di wextekî ku ji 51 kes hatin xelaskirin de, di beşa jêr a keştiyê de 10 cenaze hatin derxistin.

Ewlehiya peravê ya Îtalyayê ragihand ku ji 12 kesên sax filitîn yekî din jî jiyana xwe ji dest daye.

Fikar hene ji 60 kesên winda, 26 zarok in.

Tê gotin, keştî ji Tirkiye û Lîbyayê bi rê ketine.

Di daxuyaniya hevpar a saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM) û UNICEFê de hat diyarkirin ku di van keştiyan de, koçberên ji Sûriye, Misir, Pakistan û Bangladeşê hebûn.

Kesên ku ji keştiya binavbûyî ya li nêzî Lampedusa rizgar bûn, radestî hêzên ewlekariya peravê yên Îtalyayê hate kirin.

Keştiya duyemîn jî bi qasî 200 kîlometreyan li rojhilatê herêma Calabria ya Îtalyayê binav bû.

Li gorî daneyên NY li Deriya Spî, ji 2014’an ve bêtirî 23 hezar û 500 koçber di nava avê de mirine yan jî winda bûne.

Back to top button