Şehîd Ferhad Dêrik li ser gora xwe hate bibîranîn

Îro salvegera 2’yemîn ya şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Şehîd Ferhad Dêrik bû.
Bi wê boneyê şehîd Ferhad li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şehîd Ferhad Dêrik dema li herêma Kelar ya li Sêlmaniyê tedawî dibû ji aliyê balefireke bê mirov ya dewleta Tirk ve hate hedef girtin û di encamê de şehîd bû.

Saziya malbatên şehîdan ya Dêrik û malbata şehîd, heval û dostên wî li goristan şehîd xebat Dêrik kombûn.

Di merasîmên bîranînê de qala têkoşîna şehîd Ferhad Dêrik hate kirin û wiha hate gotin:

” Şehîd Ferhd ji bo azadiya gelên herêm bûbû nûner.

Lewma ji bo bidestxistina adalet û wekhviyê jiyana xwe fedakir.”

Back to top button