Li Perûyê bi lerza 6’an erdhejek pêk hat

Li seranserî cîhanê li hin welatan karesatên xwezayî rû da.
Li Perûyê bi lerza 6’an erhejek pêk hat.
Li Ekvadorê jî ji ber şemîtina axê 6 kes mirin.
Lo bajarê Los Angeles a Amerîkayê jî ji ber şewatê hezar û 200 kes li heremê hatin tehliyekirin.

Li welatê Amerîkaya Başûr Perûyê bi pileya 6 erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku erdheja bi lerza 6’an ku navenda wê bajarê Caraveli ya herêma Arekîpa ya Perûyê bû, 19 kîlometre di bin erdê de çêbû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedaran ve hat dayîn de hat ragihandin ku piştî erdhejê li hin deverên welêt erdhej çêbûye.

Li Ekvadorê di şemitîna axê de 6 kes mirin

Her wiha di encama şimitîna axê ya ku piştî barana zêde li welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Başûr pêk hat de 6 kes mirin û 30 kes jî winda bûn.

Rayedaran diyar kir ku ji ber şimitîna rêyên ku hatine girtin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lewaz bûne.

Li bajarê Los Angeles a Amerîkayê şewat derket

Li aliyê din li bajarê Los Angeles a Amerîkayê şewat derket.

Di şewata ku bi qasî 100 kîlometreyan li bakurê rojavayê Los Angelesê ya Amerîkayê derketibû zêdetirî 3 hezar û 600 dekar erd texrîb bûn.

Li gorî agahiyên ji Wezareta Daristanî ya Kalîforniyayê, li Gorman a ku 100 kîlometre li bakurê rojavayê Los Angelesê ye, bi navê Post Fire zêdetirî 3 hezar 600 donim li nêzî Interstate 5 texrîb bû.

Ji ber metirsiya şewata Los Angelesê hezar û 200 kes ji heremê hatin tehliyekirin.

Ji ber şewatê hezar û 200 kes hatin tehliyekirin

Beriya wê jî şewata daristanê ku di 8’ê Mijdara 2018’an de dest pê kir, karesateke mezin bi xwe re anî.

Şewata daristanê ya ku li bajarê Paradise yê li bakurê eyaletê dest pê kir, nêzî 14 hezar xanî, zêdeyî 500 cihên kar û nêzî 4 hezar û 300 avahî şewitîn û zêdeyî 80 kes jî di şewatê de mirin.

Şewata ku bi giştî 620 kîlometre çargoşe bandor kir, di dîroka Kalîforniyayê de wekî “şewata daristanê ya herî mezin hat tomarkirin.

Back to top button