![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/Capture-Ronahi-1080.01_33_53_06.Still011.jpg)
Di encama 726 qezayên trafîkê yên di roja duyemîn a betlaneya cejnê pêk hatin de li Tirkiyê 11 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 295 kes jî birîndar bûn.
Di 16’ê hezîranê roja yekşemê ku roja duyemîn a betlaneya 9 rojan a Cejna Qurbanê de 726 qezayên trafîkê pêk hatin.
Li gorî agahiyên Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya parve kir di roja duyemîn a betlaneya cejnê de 289 hezar û 700 wesayît hatin kontrolkirin.
Li 18 hezar û 889 wesayîtan ji ber lez û radar, li 17 hezar û 227 wesayîtan jî ji ber hin kêmasiyan derbarê wan de kiranî hatine kirin.
Di 726 qezayên pêk hatin de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 295 kes jî birîndar bûn.