Husiyan: Me li keştiyeke Amerikayê xist

Tevgera Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan keştiyeke şer a Amerîkayê ya li Behra Sor bi moşekan kiriye hedef.

Hûsiyên li Yemenê ragihand ku wan li Behra Sor û Omanê bi mûşek û balafirên bêmirov li 2 keştî û keştiyên keşfê yên Amerîkayê xistine.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî ji televîzyona “El-Mesîra” ya Hûsiyan re axivî û diyar kir ku wan li Behra Sor û Behra Umanê 3 êrîş pêk anîne.

Serî diyar kir ku li Behra Sor keştiyeke îmhayê ya Amerîkayê bi moşekên balîstîk û keştiya bi navê “Kaptain Parîs” jî bi mûşekên behrê hatiye hedefgirtin.

Her wiha li Behra Omanê jî keştiya bi navê “Happy Condor” bi balafirên bêmirov hatiye xistin.

Berdevkê Hûsiyan diyar kir ku heta êrîşên li ser Şerîda Xezayê bi dawî nebin û dorpêça li ser herêmê neyê rakirin dê êrîş bidomin.

DYA û Îngilîstanê li bajarê Hudeyda ya Yemenê 3 êrîşên hewayî pêk anîn

Back to top button