Nivîsgeha Kar û Barên Olî û Meclisên Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê jî êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser gitîgeha Xiwêran û piştgiriya dewleta Tirk şermezar kir.
Nivîsgeha Kar û Barên Olî a Herêma Cizîrê û Kongra Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên DAIŞ’ê ên li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê û bêdengiya civaka navneteweyî beramberê vê yekê şermezar kir.
Nivîsgehê ev êriş weke kiryarekî derexlaqî, dijmirovî û dijî hemû olan bi nav kir.
Divê NY sûc û êrişên li dijî herêmê rawestîne
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê jî bi heman armancê daxuyanî da û destekdayîna Dewleta Tirk ji vê êrişê û bêdengiya civaka navneteweyî beramberî wê şermezar kir.
Meclisê bang li NY û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û van sûc û êrişên li dijî herêmê tê kirin rawestînin.