Etiyopya..Çekarên Tîgrayê nêzî paytextê Addis Ababa dibin

Li Etiyopyê metirsiya şerekî navxweyî yê dijwar heye.. Çekdarên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê nêzî paytext Addis Ababayê dibin. Serokwezrî Abiy Ahmed erka xwe rawestand û got, ew ê biçe eniyên şer. Hêzên Rojavayî jî bang li welatiyên xwe kirin da ku di zûtirîn dem de ji Etiyopya derkevin.

Berdevka Hikûmeta Etiyopya Legesse Tulu di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku Serokwezîrê 45 salî Abiy Ehmed ê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê duh çûye eniya şer.

Tulu têkildarê herêma ku Ehmed lê ye ti agahî neda û diyar kir ku ji ber mijara ewlekariyê wê dîmen û wêne jî neyên parvekirin.

Alîkarê Serokwezîr Mekonnen ku erêkê Ehmed girtî, wê ji paytext Addis Ababa rêveberiya hikûmetê bidomîne.

Hikûmeta Etiyopyayê di 2’ê Mijdarê de ji ber êrîşên Eniya Rizgariya Gel a Tîgarayê (TPLF) yên ku pêşveçûna xwe ya li başûr berdewam kirin, li welêt rewşa awarte ragihand.

Li dijî êrîşên muhtemel ên Tîgara yên li ser paytext Addis Ababa, hêzên erka parastinê hatin avakirin.

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etiyopya li dijî herêma Tîgrayê dest bi êrişê kiribû.

Her çiqasî di nava 3 hefteyan de artêşê serkeftina xwe ragihand jî lê nekarî li herêmê xwe bigre.

Ji ber wê yekê neçar ma ji herêmê vekişe.

Hêzên Tîgaryê ku careke din hêza xwe komî serhev kirin, dest bi êrişê kirin.

Ji ber şerê ev saleke li herêmê dwam dike, nêzî 2,5 milyon kes koçber bûn.

Her wiha pêwistiya bêtirî 5 milyon kesî ji bi alîkariya mirovî heye.

Hêzên Tîgaryê ku êrişên xwe yên li ser eylatên Amhara û

Niha jî li herêma Amhara û Afar şerên dijwar di navbera aliyan de didome.

Back to top button