Rêveberiya Avê: Pirsgirêka avê ji sedî 80 çareser bûye

Gerîndetiya Avê li ser daxwazên xelkên Qamişlo der barê pirsgirêka avê daxuyaniyek da.
Gerîndeyaj Avê eşkere kir ku pirsgirêka Avê ji sedî 80 çareser bûye
Her wiha da zanîn ku di 3-4 rojên bê de wê av bigihêje hemû taxên bajêr.

Xelkê Qamişlo bang li aliyê peywendîdar kirin pirsgirêka avê çareser bikin.

Li ser daxwazên xelkê, Rêveberiya Avê ya Qamişloyê der barê pirsgirêkê civîneke çapemeniyê li ber avahiya xwe li dar xist.

Hevşaredara Qamişloyê Emel Şemdîn sedemên qutbûna avê û hewldanên çareseriyê vegot.

Emel Şemdîn sedema qutbûnê spart nebûna elektirîkê ji stasyonên sereke, pirsgirêkên teknîk, pirsgirêkên hemahengiyê di navbera saziyên têkildar ên şaredariyê û gerînendetiya avê de.

Hate gotin di serî de şaredarî, bi hevkariya hin saziyên Rêveberiya Xweser pirsgirka avê ji sedî 80 çareser bûye.

Rêveberiyê da zanîn ku hin tax hene hîn jî av negihiştiya wan û ev tişt anî ziman:

“Hin taxê bajêr bi teybet taxa Hilêliyê ji bo gihiştina avê ji wan deveran karê sererastkirinê dewam dike.

Wê di nava 3-4 rojan de av li hemû taxên bajêr hebe.”

Her wiha da zanîn ku heta pirsgirêka avê bi temamî çareser bibe, dê avê bi rêya tankerên avê bigihînin şêniyan.

Back to top button