Erebîstana Siûdî hecî hişyar kirin: Ji ber germa zêde baldar bin

Erebîstana Siûdî ji ber germa zêde, heciyên ku diçin Mekkeyê hişyar kir.
Wezareta Karê Derve ya Urdinê jî got: Ji ber germahiyê 14 welatiyên wan ji8yana xwe ji dest dane.

Ev serdana Hecê ya li Erebîstana Siûdiyeyê ku yek ji mezintirîn kombûnên olî yên cîhanê ye.

Heca îsal jî bi taybet kete havîneke germtir.

Wezareta Tendirustiyê ya Erebîstana Siûdî ragihand ku tenê roja doh di dawiya hecê ya mezin de bêtirî 2 hezar û 700 bûyerên “bêhalbûna germê” hatine qeydkirin.

Li gorî kanala televîzyona dewletê El-Exbariyê Wezareta Tenduristiyê wiha got:

“Germahiya herî bilind ji destpêka Hecê ve, îro li cihên pîroz tên qeydkirin di asta herî jor de ye û ev germahî gihiştiye 49 pileyan.

Em hişyarî dikin ku mêvanên Xwedê xwe ji rojê biparêzin.”

Li Mekkeyê pleya germahî gihişt 51,8: 14 heciyên Urdinê mirin

Li aliyê din servîsa hewayê ya Siûdiyê ragihand ku germahiya li Mekkeyê gihîştiye 51,8 pileyî.

Wezareta Karê Derve ya Urdunê jî doh ragihand ku 14 heciyên Urdunî di encama germahiya zêde mirine û 17 heciyên din jî “winda ne.”

Tehranê jî bêyî ku sedema mirinê diyar bike ragihand ku 5 heciyên Îranê mirine û got:

Li Dakarê sê heciyên Senegallî mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Siûdî di daxuyaniyek xwe ya din de jî ev tişt got:

“Divê tedbîr werin girtin û hecî di saetên herî germ de dernekevin derve yan jî sîwanan bi kar bînin.”

Nêzî 2 mîlyon namzetên hecê li Erebîstana Siûdiyê ne

Li gorî rayedarên Erebistana Siûdî, îsal nêzî 2 milyon hecî beşdarî merasima hecê bûne.

2015’an ji ber aloziya di merasima hecê de derketî, bêtitî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Hecî li Erefatê ne

Back to top button