![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/CHP-DEM-SERDAN.jpg)
Bi boneya cejnê partiyên muxalefetê yên Tirkiyê berê xwe dan Navenda Giştî ya DEM Partî.
Di serdanan de rojeva hevpar tayînkirina qeyûm a li ser şarederiya Colemergê bû.
Nûnerê DEM Partiyê ji aliyan xwe xwest ku di mijara qeyûman de bertekek hevpar nîşan bidin.
Partiyên muxalefetê jî bertek nîşanî israr û polîtîkayên qeyûman yê desthilata AKP-MHP’ê dan û diyar kirin ku ew vê ferasetê qebûl nakin.
Şandeyên partiyên siyasî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi boneya Cejna Qurbanê hin rêze serdan kirin.
Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Gelecekê ji bo pîrozkirina cejnê berê xwe dan Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî).
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat, Cîgirê Hevserokên Giştî Ozturk Turkdogan û endama Meclisa Partiyê (PM) Beyza Zeyno Bayramoglû şande pêşwazî kirin.
Li ser navê Partiya Gelecekê parlamenterê Îzmîrê Mûstafa Bîlîcî, Cîgira Serokê Giştî Meryem Turktekîn û Şewirmendê Serokê Giştî Muhammet Emîn Parlak di şandeyê de cih girtin.
Di serdanan de rojeva hevpar bû tayînkirina qeyûm a li ser şarederiya Colemergê
Ozturk Turkdogan ê di serdanê de axivî balkişande li ser qeyûma li şarederiya Colemêrgê hatiye tayînkirin û got;
“Em bi nobetên demokrasiyê dikevin vê cejnê.
Turkdogan bi bîr xist ew ê li dijî qeyûm têkoşîna xwe bidomînin û ji partiyên muxalefetê jî xwest ku di vê mijarê de piştgiriyeke hevpar nîşan bide.
Parlamenterê Partiya Gelecekê yê Îzmîrê Mûstafa Bîlîcî jî destnîşan kir ku ew bûyerên li Wan û Colemêrgê qewimîne qebûl nakin û hevî kir desthilat ji şaşitiya xwe vegere.
Piştî Partiya Gelecek, şandeya CHP’ê serdana DEM Partiyê kir.
Di serdanê de Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Denîz Yavûzyilmaz jî bertek nîşanî israr û polîtîkayên qeyûman yê desthilata AKP-MHP”ê da û wiha got:
“Em weke CHP’ê vê ferasetê qebûl nakin. Li dijî vê ferasetê helwesteke me ya zelal heye.”
Serdanên li Navenda Giştî ya DEM Partiyê piştî nîvro bi şandeyên Partiya Seadet û DEVA’yê dewam kir.
Her wiha hemwextî van serdanan şandeyek DEM Partî ya ji parlamentera Amedê Sevîlay Çelenk, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî Ûmût Vedat Açar û endamê Meclisa Partiyê Îhsan Seylan jî pêk dihat bi boneya cejnê serdana partiyên siyasî kirin.