Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi parlamenterên Almanyayê re civiyan

Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de bi parlamanterên Alman re civiyan.
Di hevdîtinê de rîska DAIŞ û têkiliya wê bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin nirxandin.
Hat diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker digirin da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û êrişî herêmê bikin.

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de, hevdîtinek li avahiya parlamantoya Almanyayê ya li Berînê pêk anî.

Hevdîtin li gel parlamenterên ji Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid pêk hat.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser hatin vegotin.

“DAIŞ sûdê ji êrîşên dewleta Tirk digre”

Her wiha rîska DAIŞ û têkiliya wê bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin nirxandin.

Hate gotin çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker digirin da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û êrişî herêmê bikin.

Her wiha li ser dosyaya bi hezaran DAIŞ’iyên di girtîgehan de û bi deh hezaran malbatên wan ên li kampên Hol û Roj nîqaş çêbûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û encamên wê yên qutkirina avê, ceyran û gazê jî hatin şîrovekirin.

Hate diyarkirin ku ev yek rê li ber penabertiya ber bi welatên Ewropayê ve dike.

Her wiha hate gotin divê civaka navneteweyî berpiryariyên xwe bi cih bîne.

Ji bo pêşxistina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber koçberiya bi sedama êrişan destekê bide Rêveberiya Xweser.

Back to top button