![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/03/NOQI-AVE-BU.jpg)
Penaberên ku dixwestin xwe bigihînin welatên ewropayê hêviyên wan li avê qelibî.
Ji destpêka sala 2024’an ve penaberan li Behra Spî û Atlantîkê berê xwe dabûn peravên Spanyayê.
Ji serê salê ve 5 hezar û 45 penaber jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina saziya sivîl a Spanyayê Comînando Fronteras derbarê rewşa penaberan de raporek parve kir.
Li gorî rêxistina saziya sivîl hejmara penaberên ku di navbera meha Çile û Gulanê de mirine, rojane bi giştî 33 kes in.
Ango di her 45 deqîqeyan de penaberek jiyana xwe ji dest dide.
Di raporen ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê hatine amadekirin de, hate diyarkirin ku piraniya mirinan di dema derbasbûna ji navbera peravên rojavayê Afrîka û Giravên Kanarya de pêk hatine.
Di vê rêyê de 4 hezar û 808 kesan jiyana xwe ji dest da ye.
Di 5 mehan de 5 hezar 45 penaber mirin
Li ser rêyên din, ji Cezayîrê heta Girava Balearîk û peravên rojhilatê Spanyayê 175, li Deryaya Alboran 47 û li Tengava Gibraltar 24 kes mirine.
Rêxistina Walkîng Borders diyar kir ku ji bo parastina jiyana penaberan û rêzgirtina li windayan, divê tevdirên lezgîn bên girtin.
Metirsiya mirinên sala 2024’an ji sala 2023’an zêdetir bibe heye.
Di sala 2023’an de 6 hezar û heft kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Bi taybetî jî rêya herî bi talûke ji peravên Senegal û Moritanya destpê dike heta rêya Kanarya rêyên herî bi talûken e.