![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/Capture-Ronahi-1080.01_35_12_03.Still008.jpg)
Tevî ku artêşa Îsraîlê doh ragihandibû ku çalakiyên leşkerî yên taktîkî rawestînin dîsa li heremê agahiyên êrîş û kuştinê tên.
Li Şerîda Xezayê balafirên şer hin heremên mîna Xan Yunis, Kampa Penaberan a El Bureycê bombebaran kirin.
Her wiha li Refahê jî ji ber teqînê 8 leşkerên Îsraîlê mirin û bi vî awayî hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatine kuştin derket 662’yan.
Di 255 rojan de jî êrîşên Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê dewam kir.
Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê malên li Kampa Penaberan a El-Bureycê bombebaran kirin.
Di êrîşê de 9 zarokên Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Her wiha balafirên Îsraîlê li bakurê Xan Yûnis û Beyt Hanûnê kirin.
Li Şerîda Xezayê 15 kes mirin
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ve hat dayîn de, di êrîşa li Taxa Til es-Sultan a li rojavayê Refahê de 2 Filistînî hatin kuştin.
Li Beyt Hanûna bakurê Xezayê di êrîşa balafirê bêmirov a ku li dibistanekê hat kirin de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Di êrîşên li ser Taxa Ez-Zeytûn a li rojhilatê Xezeyê de 3 Filistînî birîndar bûn.
Li bakurê Xezayê 2 kes mirin 13 kes birîndar bûn
Her wiha di êrîşa Îsraîlê ya li ser taxa Zerqa ya li bakurê bajarê Xezayê de 2 kes hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan û Ragihandinê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa Îsraîlê ya ser malekê li taxa Zerqa de 2 kes mirin û herî kêm 13 kes di nav de jin û zarok jî birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî yên Filistînê ragihandin ku balafirên bêmirov li herêma El-Hekar a bajarê Dêr El-Belahê agir berdan zeviyên çandiniyê.
Di teqîna li Refahê de 8 leşkerên Îsraîlê mirin
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di teqîna li başûrê Şerîda Xezayê de 8 leşkerên Îsraîlê mirin.
Baskê leşkerî yê Hamasê duh ragihandibû ku di encama kemîna li ser wesayîteke zirxî ya li Refahê de gelek leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û birîndarkirin.
Hejmara leşkerên Îsraîlê yên li Xezayê hatin kuştin derket 662’yan
Li aliyê din hejmara leşkerên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hatine kuştin derket 662’yan.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerekî din li başûrê Şerîda Xezayê hatiye kuştin.
Di van êrîşan de 3 hezar û 841 leşkerên Îsraîlî jî birîndar bûn.