Îsraîlê li Refahê “rawestandina taktîkî” ragihand

Îsraîl ji bo hêsankirina ketina alîkariyên mirovî bo Xezayê hêsankariyê çêdike.
Îsraîlê ragihand ku ew ê her roj ji bo demeke diyar, êrîşên xwe yên li ser rêya 12 kîlometreyî ya li Refahê rawestînin.
FILM

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ew ê her roj heta daxuyaniyeke din li başûrê Şerîda Xezeyê “çalakiyên leşkerî yên taktîkî rawestin”.

Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de, hat destnîşankirin ku cihê navborî wê di navbera saet 08.00 û 19.00’an de be.

Hat diyarkirin ku bi agirbesta hatiye ragihandin, tê armanckirin ku hîn bêtir alîkariyên mirovî ji herêmê re bên şandin.

Li gorî artêşê, agirbest wê li ser rêya ji Deriyê Sînor ê Kerem Şalom heta rêya Selahedîn û ji wir jî ber bi bakur ve derbas bibe.

Îsraîl wê êrîşên xwe yên li herêmên din ên Şerîda Xezayê bidomîne.

Ji NY hişyariya karesata mirovî

Di gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê, pirsgirêkên cidî hene.

Îsraîl îdia dike ku sûcê Neteweyên Yekbûyî ye ku kamyonên alîkariyên mirovî li ber Deriyê Sînor ê Kerem Şalom tên komkirin.

Li ser redkirina van tohmetan, NY diyar dike ku nakokiyên di navbera Îsraîl û Hemasê de nekarin kamyonên alîkariyê derbasî herêmê bibin.

Rêxistinên mirovî jî dibêjin ev çend mehe li Şerîda Xeza û başûrê bajarê Refayê karesata mirovî heye.

Di şerê ku 7’ê Cotmeha 2023’an, bi êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê dest pê kir de bi deh-hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên Îsraîl di êrişa Hemasê de, hezar û 194 welatiyên wê hatine kuştin û 251 kes jî dîl girtine.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê, di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 37 hezar û 390 filistînî hatine kuştin.

Her wiha piştî zext û midaxeleyên îstîxbarata Îsraîlê yên li ser Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) 93 welatên ku di Dadgehê de ne, daxuyaniyeke hevpar dan.

Welatan ji dadgehê xwestin ku “bê tirs” xebatên xwe bimeşîne.

UNRWA: Ger li Xezayê agirbest çênebe dê nifşek winda bibe

Back to top button