![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/NOBETA-QEYUM-CEJN.jpg)
Roja Cejnê jî li dijî Qeyûm derketin.
Li Şirnexê û navçeyûn wê DEM Partî û gel di çalakiya nobetê a ku li dijî qeyûman hatiye destpêkirin hatin bahev û cejn li hev pîroz kirin.
Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî pîrozkirina cejnê û nobeta li dijî qeyûmê dan, peyama ku wê gel xwedî li vîna xwe derkeve dan.
Li Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî û gel roja Cejnê jî li dijî qeyûm derketin.
Di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûman kuhatiye destpêkirin de, hatin bahev û cejn li hev pîroz kirin.
Di bernameya ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan jî di nav de ne de bûn, siyasetmedaran û gel berê xwe dan li ber şarederiyan.
Detay biherikîne
Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî pîrozkirina cejnê û nobeta li dijî qeyûmên ser Şaredariya Colemêrgê dan, peyama ku wê gel xwedî li vîna xwe derkeve dan.
Pîrozkirina cejnê û çalakiya nobetê bi hev re dewam dike
Parlamentera Newroz Ûysal Aslan li ber Şaredariya Cizîrê axivî û diyar kir ku weke gelê kurd îro pîrozkirina cejnê û nobeta xwe bi hev re didomînin.
Newroz Ûysal, bal kişand çalakiyên li girtîgehan tên meşandin jî û got:
“Li zindanan bi hezaran hevalên me ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di boykotê de ne.
Li malbatên xwe nagerin, cejnê pîroz nakin û dernakevin hevdîtinan.”
Detay biherikîne
Dawiyê parlementer Newroz Ûysal a anî ziman kengî zilm qediya, azadî pêk wêre û bi dilekî rihet ew bikarin serdana gorên şehîdên xwe bikin wê demê cejn dê were.
Li Hezexê jî rêxistina DEM Partiyê, hevşaredar, parlamenter Zekî Îrmez û bi dehan kes tevlî pîrozkirina cejnê bûn.
Li wir jî Zekî Îrmez di peyma xwe a Cejnê de, hêvî kir ev cejn bibe wesîleya azadiya gelê kurd û serkeftinê.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî tevî partiyê ya Silopiyayê û bi dehan partiyî tevlî pîrozkirina cejnê ya li ber şaredariyê bûn.
Di pîrozkirina cejnê de bal kişandin ser nobeta li dijî qeyûm li şaredariyê tê kirin û hate diyarkirin ku gel dê xwedî li vîna xwe derkeve.
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê derbarê tayînkirina qeyûm de nirxandin kir