![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/Capture-Ronahi-1080.01_39_44_06.Still013.jpg)
Li Bakurê Kurdistanê di encama 852 qezayên trafîkê de, 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 421 jî birîndarin.
Di roja yeke mîn betlaneya 9 rojan a Cejna Qurbanê de 852 qezayên trafîkê de pêk hatin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya yê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal têkildarî mijarê ev agahî parve kirin:
“Roja 15’ê Hezîranê roja şemiyê di yekem roja cejnê de 407 hezar û 731 wesayît, ji bo lez û radarê 24 hezar û 357 û ji ber hin kêmasiyan jî 42 hezar û 20 wesayît hatine kontrolkirin.
Di encama qezayên trafîkê yên pêk hatin de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 421 kes jî birîndar bûne.”