Li Qamişlo peykerê şehîdan hat danîn

Li Qamişlo perde ji ser peykera şehîdên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Asayîşê hat rakirin.
Beşdarên çalakiyê soza şopandina rêça şehîdan da.

Peykera şehîdên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya li taxa Eneteriyê ya li rojhilatê Qamişlo hat danîn.

Di çalakiyê de malbatên şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xelkê bajêr amade bûn.

Di peykerê de 10 endamên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê li dijî kantonên Cizîrê û Dêrazorê de di salên cuda de şehîd bûne, hene.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û soz hat dayîn ku ew bi mîrasê şehîdan ve girêdayî ne.

Di dawiyê de dayikên şehîdan û hevjînên wan perde ji ser peykerê di nava diruşmên ‘şehîd namirin’ de rakirin.

Back to top button