Edhem Barzanî: Emê pêkhateyek nû ya siyasî ragihînin

Endamê berê yê Serkirdayetiya PDK’ê Ethem Barzanî eşkere kir ku ewê ji bo hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêkhateyeke siyasî ragihînin.
Ethem Barzanî diyar kir ku li gor îradeya gel, eger ew bigihin tedbîrên yasayî temam bikin, dibe ku di çend rojên bê de ew amadehiya xwe ji bo beşdarbûna di proseya demokrasiyê de weke pêkhateyeke siyasî ya nû nîşan bidin.

Siyasetmedarê Kurd û Endamê berê yê Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî bi rêya hesaba xwe ya Facebookê eşkere kir ku ewê ji bo vê hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêkhateyeke siyasî ragihînin.

Herwiha diyar kir ku eger di aliyê yasayî de pêre bigihijin ewê tevlî vê hilbijartinê bibin.

Edhem Barzanî got; “Rewşa Başûrê Kurdistanê cemidandiye.

Ev jî ji ber redkirina hin aliyên siyasî ji bo beşdarbûna proseyeke demokratîk ku hilbijartin bû, ji bo Başûrê Kurdistanê bûye metirsî û bandoreke zêde li ser Iraq û derve jî dike.”

Têkildarî nehevsengiya siyasî li Başûrê Kurdistanê û paşxistina hilbijartinê jî Ethem Barzanî wiha got;

“Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê çend biryar derxistin.

Biryara dawî ji bo meha Hezîrana îsal bû.

Lê mixabin hilbijartin nehatin kirin, ji ber ku hin partiyan hincetên vê rewşê hebûn.

Ji bo hilbijartinan hêj dîrokek nû nehatiye diyarkirin.”

Edhem Barzanî: Ji bo pêkhateyek nû em benda tedbîrên yasayî ne ku tamam bikin

Edhem Barzanî diyar kir ku li gor îradeya gel, eger ew bigihin tedbîrên yasayî temam bikin,

dibe ku di çend rojên bê de ew amadehiya xwe ji bo beşdarbûna di proseya demokrasiyê de weke pêkhateyeke siyasî ya nû nîşan bidin.

Edhem Barzanî hêvî dike ku ev hilbijartin ji hilbijartinên 32 salên borî cudatir be.

Ji ber ku Başûrê Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe, alozî û pirsgirêk bi vî rengî ne ku tenê hilbijartin û girseya gel dikarin vê sîstema desthilatdariyê biguherînin.

Edhem Barzanî: Banga me ji bo welatiyan tevlî hilbijartinan bibin

Di dawiyê de Edhem Barzanî bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku ev hilbijartin dê guhertinên nû li Başûrê Kurdistanê çêbike.

Back to top button