Mesal Alusî: Li nav girtîgehên Iraqê binpêkirin gihiştine asta destdirêjiyê

Parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê Mesal Alusî derbarê binpêkirinên li nav girtîgehên Iraqê de, ji medya Iraqê re axivî.
Mesal Alusî da zanîn ku di girtîgehên Iraqê de mafyayên mezin hene ku bi karê madeyên hişber ve mijûlin, şebekeyan ava dikin û girtiyên din bi zorê dixin nav karê xwe.
Mesal got ku li girtîgehan binpêkirin gihiştine asta destdirêjiyê.

Binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên Iraqê gihîşt asta herî jor.

Li girtîgehan ji îşkencê heya destdirêjiyê binpêkirin heye.

Parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê Mesal Alusî derbarê binpêkirinên li nav girtîgehên Iraqê de, ji medya Iraqê re axivî.

Li gorî Mesal Alusî, di girtîgehan de mafyayên mezin hene ku bi madeyên hişber ve mijûl dibin û got;

Mesal Alusî: Divê rêxistinên mafên mirovan destwerdan bikin

“Ev mafya şebekeyan ava dikin, bi zorê girtiyan dixin nav karê xwe û wan êşkence dikin.

Li girtîgehên Iraqê binpêkirin gihiştine asta destdirêjiyê.

Girtîgehên Iraqê bûne cihê avakirina tawanbaran.

Divê rêxistinên mafê mirovan ji bo rawestandina binpêkirinan, destwerdanê bikin.”

Hêjayî gotinê ye li gorî raporek Neteweyên Yekbûyî ya ji sala 2019 heya 2021’yan, li Iraqê di dema lêpirsînê de, ji bo wergirtina agahiyan êşkence tê kirin.

Di heman raporê de tê gotin ku girtî tên êşkencekirin, lêdan, didin ceyranê û destdirêjiya zayendî liwan tê kirin.

Back to top button