Li Wargeha Mexmûrê cejna Qurbanê hat pîrozkirin

Xelkê Wargeha Mexmûrê ji bo pîrozkirina cejna Qurbanê ji seharê ve berê xwe dan Goristana Şehîdan.

Li wir, cejn li hemû şehîd û xizmêm xwe pîroz kirin.

Piştre jî berê xwe dan saziya malbatên şehîdan a wargehê û li vir cejn hatin pîroz kirin.

Mela Ebdulhemîd Çomanî: Cejnê bikin sedema yekitiya li dijî dijmin

Her wiha bi heman boneyê, li mizgeftên Başûrê Kurdistanê jî nimêj hate kirin û welatî çûn cejna hev.

Mela Ebdulhemîd Çomanî ku li mizgeftekê melatiyê dike, anî ziman ku îro hev biborin, ji ber ku cejn tê wateya xweşî û bexteweriyê û got:

“Em ji xweda dixwazin aştî û biratiyê bixe nav misilmanan, bi taybet jî gelê Kurd.

Divê hizbên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekê û pirsgirêkên xwe bi aştiyane çareser bikin.”

Back to top button