QSD: Em bi hêvî ne cejnê bikin derfeta yekkirina Sûriyeyê

Fermandariya Giştî ya QSD’ê û YPG’ê bi boneya Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê weşand.
Di peyamên cejnê de hat gotin ku; “Em bi hêvî cejn bibe derfeta yekkirina welatê me Sûriyeyê ku şer parçe kiriye.
Bila ev cejn bibe sedema aştî, aramî û şahiyê ji bo tevahiya Kurdistan û Sûriyê.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.

QSD’ê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, şervanan û tevahî mislimanên li cîhanê pîroz kir.

Di peyama QSD’ê de ev tişt hat gotin:

“Em vê boneyê li malbatên şehîdên xwe, şervanên xwe yên ji bo ewlehî û aştiya gelê xwe li ser pêyan in, pîroz dikin.

Her wiha em vê cejnê li tevahî mislimanên li cîhanê pîroz dikin.

Em bi hêvî ne em cejnê bikin derfeta yekkirina welatê xwe yê Sûriyeyê ku şer parçe kiriye.

Em bi hêvî ne rêya destpêkirina diyaloga nîştimanî-nîştimanî were vekirin ku çareya siyasî ya adilane û mayînde bi xwe re bîne, xakên dagirkirî werin rizgarkirin û dawî li terora ku qirêjiyên xwe li welatê me belav dike, bîne.”

YPG: Bila ev cejn bibe sedema aştî, aramî ji bo tevahiya Kurdistan û Sûriyê

Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel jî bi heman boneyê peyamek weşand.

Fermandariya YPG’ê di peyama cejna Qurbanê de got:

“Bi navê Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel, Cejna Qurbanê ya pîroz li gelê xwe, li hemû misilmanan û bi taybetî li malbatên têkoşerên me ku di têkoşîna azadiyê de şehid bûne, pîroz dikin!

Bila ev cejn bibe sedema aştî, aramî û şahiyê ji bo tevahiya Kurdistan û Sûriyê.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê cejna Qurbanê li hemû alema Îslamî pîroz kir

Back to top button