Civaka Îslamî ya Kurdistanê,Rêveberiya Xweser, KCK, KNK’ê, TEV-DEM’ê û KCDK-E’ê bi daxuyaniyan cejna Qurbanê li hemû alema Îslamî pîroz kirin û peyamên hevgirtin û yekîtiyê dan.
Bi boneya Cejna gurbanê, Civaka Îslamî ya Kurdistanê, rêveberiya Xweser, KNK’ê, TEV-DEM’ê û KCDK-E’ê bi daxuyaniyên cuda cejin pîroz kirin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê, di daxuyaniya xwe de cejna Qurbanê li hemû Ola Îslamê pîroz kir û got:
“Em hêvî dikin ku ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya bidawîbûna êşên me, dabînkirina edaletê û aştiya mayînde were xaka me.”
Civaka Îslamî dawiyê bang li xelkê herêm kirin ku her dem di nava yekîtî û hevgirtinê de bin.
Rêveberiya Xweser bi boneya cejnê banga pêkanîna aştî û aramiyê kir
Her weha Rêveberiya xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê jî bi boneya Cejnê daxuyaniyek da.
Rêveberiyê Cejna Qurbanê li alama îslamê, malbatên şehîdan û xelkê herêma bakur û rojhilatê Sûriyê piroz kir û banga pêkanîna aştî û aramiyê kir.
Ji KCK’ê peyama cejna Qurbanê: Divê têkoşîn xurtir bê meşandin
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê jî bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê Cejna Qurbanê ya alema Îslamê pîroz kir û got:
“Em hêvîdarin ku ev cejn ji bo gelên Misilman bibe sedema aştî, azadî, aramî, yekitî, xwûşk û biratiyê.”