QSD’ê nasnameyên 2 şervanan ku di êrişa şaneyên DAIŞ’ê, li Dêrazorê şehîd bûne aşkera kirin û soza tolhildanê da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 şervanan ragihand.
Di daxuyaniyê de hate goitn:
“Şaneyên DAIŞ’a roja pêncşemê êrişeke tirsonak li bajarokê Ebû Hemam ê bajarê Hecîn ê Dêrazorê pêk anî.
Di êrişê de şervanên me Seyf û Xetab ku li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê dawiyê ji malbatên herdu şehîdan re sersaxî xwest û got:
Xwîna şehîdan îsrara me ya rakirina tolê ji kujeran û domandina têkoşîna li dijî rêxistina terorî heta tunekirina wan, zêdetir dike.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan we ye.
Nasnav: Seyf
Nav û Paşnav: Beşar El Elî
Navê Dayikê: Rihêla
Navê Bav: Ebid
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor – Ebû Heman, 2000
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – Behra, 13 Hezîran 2024
Nasnav: Xetab
Nav û Paşnav: Hemed El Şehaze
Navê Dayikê: Xewla
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hecîn, 2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Behra, 13 Hezîran 2024.