MÎT’a Tirk li dijî Kurdên li Siwêdê plana êrişan dike

Hat diyarkirin ku îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) li hember welatparêzên Kurd ên li Swêdê dijîn, planên êrişan dike.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatine bidestxistin, MÎT’a dewleta Tirk a dagirker, hin kes erkdar kirine ku li Swedê êrişî welatparêzên Kurd bikin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku ev agahî ji hinek belgeyên MÎT ê derketine holê û di wan belgeyan de navên hin welatparêzan hene.

Piştî ev agahî belav bûn, welatparêzên ku tê gotin navên wan di lîsteyê de hene, serî li saziyên ewlekariyê yên li Swêdê da û daxwaza parastinê kirine.

Welatparêzan di serlêdanê xwe de belgeyên ku navên wan tê de hene jî pêşkeşî saziyan kirin.

Back to top button