Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê derbarê tayînkirina qeyûm de nirxandin kir

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat derbarê destederkirina şaredariya Colemêrgê de axivî û got:”Tayînkirina qeyûm tê wateya nedîtina gelê Kurd weke welatî û tunehesibandina wan e.
Divê berxwedana li Colemêrgê veguhere têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê.
Destkeftiyên vê tekoşînê jî wê mezin bin.”

Li dijî desteserkirina şaredariya bajarê Colemêrgê, mîtîngek bi dirûşmeya “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” li Colemêrgê hat lidarxistin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ku tevlî mîtîngê bûbû, derbarê berxwedana Colemêrgê de axivî.

Fatîn Kanat diyar kir ku divê berxwedana li Colemêrgê veguhere têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê ku her kesî di nava xwe de bigire û wiha dewam kir:

Fatîn Kanat: Tayînkirina qeyûm tê wateya nedîtina gelê kurd wekî welatî

Bajarên Kurdistanê bi mantiqa rêveberiya awarte tê rêvebirin.

Dewlet piştî pevçûna navxweyî ya 15’ê Tîrmehê qanûn ji holê rakiriye û komên çete li her derê ne.

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê FATÎN KANAT armanca tayînkirina Qeyûm jî wiha anî ziman:

“Pêkanîna qeyûm ne tenê tayînkirina memûran e.

Di bin vê pêkanînê de têgihiştina nedîtina gelê Kurd weke welatî û tunehesibandina wan heye.

Peyam vekiriye, ji Kurdan re careke din bi bîr dixin ku ne welatiyên wekhev in û tu qimeta hilbijartinê nîne.

Berxwedana xelkê Wan û Colemêrgê, piştgirîdayîna van berxwedanan li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyê, mezinkirina ruhê piştevanî û têkoşînê nîşan dide ku desthilatdarî wê êdî weke berê rehet nebe”.

Fatîn Kanat: Divê berxwedana li Colemêrgê veguhere tekoşîna azadî û Demokrasiyê

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîda li Îmraliyê ya li dijî rêber Apo û got:

“Tecrîda li Îmraliyê, desteserkirina mafan ên li girtîgehan sebr di gel de nehiştiye.

Tevî van hemûyan jî partiya me ya di siyaseta demokratîk de bi israr e.

Berxwedana li Colemêrgê divê veguhere têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê.

Destkeftiyên vê têkoşînê jî wê mezin bin”.

Back to top button