Îro careke din balafirên dewleta Tirk a qirker çiyayê Metînayê bombebaran kirin.
Îro êvarê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker careke din herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî agahiyan balafirên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metîna yê ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî Duhokê bombebaran kir.
Lê têkildarî zerer û ziyanên bombebaranan de agahî nehatin bidestxistin.
Duh jî balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker ber Kelha Korê ya nêzîkî gundê Nizare ya li devera Pênciwênê bombebaran kir.
Di encamê de agir derket.