Di salvegera şehadeta Raperîn Amed ya 2’yemîn de Kongra Gel peyamek weşand

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel Raperîn Amed bi rêzdarî bibîr anî û hate gotin, “Milîtana pêşeng a avakirina civakî ye. “Bi navê tevgera azadiyê û gel soza ku me dane hevala Raperîn û hemû şehîdên xwe dubare dikin. Em ê bi avakirina sîstema civakî ya demokratîk û bicihanîna paradîgmaya azadiyê, li ser bingeha azadiya Rêber Apo û gelê me armancên şehîdên xwe pêk bînin.”

Di 17’ê Hezîrana 2022’an de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê Raperîn Amed şehîd bû.

Di salvegera şehadeta Raperîn Amed ya 2’yemîn de Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel peyamek weşand .

Di peyamê de 2’yemîn salvegera şehîd Raperîn Amed bi hezkirin û rêzdarî bi bîr anîn û gotin:

Em li pêşberî bîranîna şehîd Raperîn Amed bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevala Raperîn Amed di karên xwe yê qanûndanînê û perwerdekirina gel bi eşq û kelecan meşand.

Zanîbû ku avakirina sîstema civaka ekolojîk demokratîk a ku xwe dispêre azadiya jinê, kilîta azadiya gel û Rêber Apo ye.

Ji ber vê yekê pêşengî ji avakirina civakeke demokratîk bi riya akadmî,meclisû komînan dikir.

Di pêvajoyê kampanya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ nebûna hevala Raperîn Amed ji bo me windahiyeke mezin e.

Her wiha di peyamê de soza şopandina riya şehîd Raperîn û hemû şehîdên azadiyê dan û wiha hat gotin:

Weke Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel em ê vê rêbaza afirîner a hevala Raperîn esas bigirin di xebatên xwe de û li ser şopa wê bi meşin.

Bi navê tevgera azadiyê û gel soza ku me dane hevala Raperîn û hemû şehîdên xwe dubare dikin.

Em ê bi avakirina sîstema civakî ya demokratîk û bicihanîna paradîgmaya azadiyê, li ser bingeha azadiya Rêber Apo û gelê me armancên şehîdên xwe pêk bînin.

Back to top button