![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/Capture-Ronahi-1080.01_34_50_14.Still011.jpg)
Dibistana Nuwêla, dibistana fêrkirina hunerên şêwekariyê, dengbêjî û tevgerê ye.
Dibistan bûye meqseda zarok û ciwanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dixwazin behreyên xwe yên hunerî bi pêş bixin.
Dibistana Nuwêla, dibistana fêrkirina hunerên şêwekariyê, dengbêjî û tevgerê ye.
Dibistan ji aliyê hunermendên tevgerê ve sala 2020’an li Qamişloyê hate vekirin.
Tenê zarok û jinên ciwan ên temenên wan di navbera 8 heta 40 saliyê de pêşwazî dike.
Wan di aliyê teorîk û pratîk de perwerde dike.
Li dibistanê 3 beş hene; xêzkirin, şano û muzîk. Mamoste û hunermendên pispor çavdêriya wan beşan dikin.
Her wiha beşeke fêrkirina lêdana amûrên muzîkê jî heye, mîna tenbûr, piyano, keman, ûd, erbane û gîtar.
Xwendekar, destpêkê nota û stranbêjiyê bi awayekî teorîk fêr dibin.
Dûre derbasî pratîkê dibin û fêrî lêdana amûrên muzîkê dibin.
Huner, rêbazeke veguhastina mîrasa çandî ye
Çavdêra dibistanê Roz Hesen têkildarî sedema vekirina dibistanê got:
“Armanca me ya sereke, keşfkirina behreyên zarokan û jinên ciwan e.
Em dixwazin nifşê nû çand û mîrasa xwe ya hunerî nas bike.
Ji ber ku huner, rêbazeke veguhastina mîrasa çandî ye.”
Li gorî Rozê li dibistanê 50 xwendekar fêrî lêdana amûrên cuda yên muzîkê û wênexêziyê dibin.
Ji destpêka damezirandinê ve 200 xwendekar jê derçûne.
Çima Nuwêla?
Ji dibistanê komeke bi navê Nuwêla jî hatiye avakirin.
Ev kom tev li mîhrîcan û çalakiyên li herêmê dibe.
Dibistan bi navê şehîd Nuwêla (Rîhan Hesen) hate navandin.
Şehîd Nuwêla ji gundê Gir Hesnak ê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ye.
Sala 1991’an tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûye û 16`ê Tîrmeha 1992’yan şehîd bûye.
Şehîd Nuwêla bi hezkirina xwe ya ji huner û stranbêjiyê re dihate naskirin û her wiha li gelek amûrên muzîkê dida.