Şandeyeke Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser serdana Îtaliya kir

Şandeyek ji Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhılatê Sûriyê, ji bo başkirina sîstema tendirustiyê, serdana Îtaliya kir.

Serdan li ser vexwendineke fermî ji Wezareta Karên Derve ya Îtaliyayê pêk hat.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwana Mistefa ku serkêşiya şandeyê dike, got: “Ev serdana yekemîn a Desteya Tenduristiyê ji dewletên Ewropayê re ye ku rewşa tenduristî li herêmê şîrove bike.

Hevdîtin bi berpirsa tenduristiya cîhanê li herêma Tuscan ya Îtaliyayê û gelek berpirsên tenduristiyê re, hat kirin.”

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku aliyên Îtaliyayê kêfxweşiya xwe ji reşnivîsa sîstema tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn ziman û soza piştgiriyê dan.

Serdan wê li hin welatên din ên Ewrûpa dewam bike.

Back to top button