Cîhan Celo: Iraq dixwaze gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser dûr bixe

Hevseroka Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo siyaseta Iraqê ya li ser gelê Ereb weke berdewama siyaseta PDK’ê nirxand û got:
Iraq dixwaze gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser a Şengalê dûr bixe.
Lê gelê Ereb û civaka Êzidî li ser fikir û armancekê ne.”

Di demên dawî de dewleta Iraqê zextên li ser gelê Ereb yê li Şengalê zêde kiriye.

Bi taybet li ser sazî û kesên ku di nav pergala xweseriyê de cih digirin.

Serdegirtina malan, girtina pêşeng û rûspiyên gelê Ereb weke siyaseta qûtkirina wan ji pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê tê meşandin.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo vê siyaseta Iraqê ji ANF’ê re nirxand.

Cîhan Celo got:

”Ji sala 2003’yan heya 2014’an PDK’ê bi hemû rêbazan durûtî di nava civaka Êzidî û Ereb de pêk anî, niha Iraq heman rêbazê dide meşandin.”

Cîhan Celo bi bîr xist ku yekem gavê vê siyasetê danîna têlan di navbera gundên civaka Êzidî û gelê Ereb de bû û wiha axivî:

”Danîna têlan yek ji xalên Peymana 9’ê Cotmehê bû lê îradeya gelê me ev planên wan pûç kirin û vê planê ti bandora xwe li gel nekir.

Niha jî dixwazin bi girtin û êşkenceyê bi gelê Ereb gav paş de bidin avêtin.”

Cîhan Celo: Ebû Segir ji bo çavê gelê Ereb bitirsînin hate girtin

Hêzên Iraqê 28’ê Gulanê bi ser mala Endamê Desteya Rêveber a Şengalê û di heman demê de Hevserokê Meclîsa Gel a gundê Bîrcarî Ebû Segir de girtin û ew bi êşkenceyê binçav kirin.

Cîhan Celo girtina Ebû Segir jî bi van gotinan nirxand:

”Sedemê girtina endamê Desteya Rêveber ew bû ku Ebû Segir li hemberî planên dewletê yên parçekirina civakan rabûye û dixwazin bi girtina wî çavê gelê Ereb bitirsînin.

Emê ti carî serî li ber van planan netewîne.”

Cîhan Celo: Şervanên Êzidî û Ereb bi hev re şehîd bûn

Cîhan Celo bi bîr xist ku piştî fermana 2014’an Şengal bi destê şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û wiha berdewam kir:

”Civaka Ereb jî ev yek hizir kir ku hêzek û fikrek heye ku dikare wan ji hemû êrişan biparêze û li wan xwedî derbikeve.

Îro bi sedan şervanên YJŞ’ê û YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb hene.

wê ti kes nikaribe xwişk û biratiya di navbeyna me de jî xira bike û pê bileyîze.”

Back to top button