![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2022/04/CEBHET-EL-EKRAD-DXYN1.jpg)
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê El-Bûwêhic yê Minbicê kirin.
Hêzên Cebhet El-Ekrad bersiva çeteyan da û êrişa çeteyan hat têkbirin.
Îro di danê êvarê de dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Piştî topbaranê çeteyan xwestin gundê El-Buwêhic dagirbikin.
Lê hêzên Cebhet El-Ekrad yên girêdayî Meclisa Leşgerî ya Minbicê, piştî şopandina çeteyan li wan dan.
Di encama şer û pêvçûnê de çeteyan derbeyek mezin xwarin û birîndarên wan çêbûn.
Piştî ku çeteyan derbeyeke giran xwarin bi neçarî paşde vekişîyan.