Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk 2 bira revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 bira revandin.
Her li başûrê rojavayê Efrînê termê kesekî nêzî bendeke kontrolê ya çeteyan hat dîtin.

Çavkaniyên xwecih dan zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, şêniyê bi navê Mihemed Zimcî Murad (35) û birayê wî Fayîq Zemcî Murad (33) revandin.

Çeteyan her du bira ku ji bajarokê Kefer Sefra yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê ne birin cihekî ne diyar.

Back to top button