Rêveberiya Xweser şehîd Ferhad Dêrik bibîranî

2 sal li ser şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Şehîd Ferhad Dêrik re derbas bû.
Bi vê boneyê Rêveberiya xweser bi daxuyaniykê Şehîd Herhad Dêrik bi bîr anî.
Saziya malbatên şehîdan jî şehîd Ferhad li ser gora wî, wî bibîr anîn.

Şehîd Ferhad Dêrik dema li herêma Kelar ya li Sêlmaniyê tedawî dibû ji aliyê balefireke bê mirov ya dewleta Tirk ve hate hedef girtin û di encamê de şehîd bû.

2 sal li ser şehadeta Şehîd Ferhad Dêrik derbas bû.

Rêveberiya Xweser bi vê boneyê bi daxuyaniyekê şehîd Ferhad Dêrik bibîr anî û got:

“Di vê salvegerê de em careke din tekez dikin ku em li ser rêya şehîd Ferhad û hemû şehîdên xwe yên nemir dimeşin.

Heta ku em bigihin armanc û daxwazên şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Em ê bi yekitiya xwe û projeya demokratîk re bi biryartir têkoşîn û berxwedanê bigirin.

Em ê bi têkoşîna hevpar hemû projeyên dagirkeriyê têk bibin, herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û gelê xwe vegerînin warê wan.”

Şehîd Ferhad Dêrik li ser gora xwe hate bibîranîn

Back to top button