Bi hezaran ji şêniyên Cizîrê Ş.Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî li Hesekê oxir kirin

6’ê Tebaxê balafireke bê mirov û bi çek a dagirkeriya Tirk taxa Sînaa a bajarê qamişloyê ku tijî şênî ye, topbaran kir. Di encama topbaranê de fermandarê di partiya jiyana Azad PJAK de Rêzan Cawîd û endamê YPG’ê Dijwar Kobanî li gel hejmareke sivîl şehîd bûn. Îro bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê bi merasîmeke gireseyî her du şehîd li goristana şehîdan a li gundê Dawidiyê yê Hesekê oxir kirin. Bi sedan ji endamên saziyên rêveberiya xweser û malbatên şehîdan di merasîmê de amade bûn. Dayîkên şehîdan rahiştin çekan û soza tolhildana şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Back to top button