Bandorên guhertina avhewayê li herêma Rojhilata navîn jî derdikevin holê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê,li gor lêkolînan ku nêzî 15 hezar hektar erd bûye çolistan û 85 hektar di bin gefa çolbûyînê de ye.
Her wiha Pisporan îşaret bi polîtkaya avê ya dewleta Tirk a li dijî herêmê jî kir û hişyarî da ku heger tedbîrên neyên girtin, dê karesateke ekolojîk çêbe.

Di salên dawîn de li Sûriyê pêlên zuhabûn û hişkesalî hene.

Di encamê de qadên berfireh zuha bûne.

Şêniyê be navê Hemed Yûsif El Nasir li taxa Tey a Qamişloyê gamêşan xwedî dike.

Lê di demên dawîn de hejmara gamêşên wî kêm bûye.

Hemed Yûsif El Nasir li ser mijarê axivî û got:

“Gamêş li cihên avî dijîn.

Lê ji ber zuhabûna çemê Ceqceq ev lawir bi mirinê re rû bi rû ne.

ji destpêka îsal ve 11 gamêşên me ber telef bûn.

Keriyên me yên gamêşan di xetereyê de ne.

Dewleta Tirk avê li ser me qut dike û jîngeha gamêşan wêran dike.”

Asta ava çemên Firat, Xabûr û bendavên herêmê ji ber birîna avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, kêm bûye.

Li gorî Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê, ji ber guhertina avhewayê û qutkirina avê, ji sêyan yekê rûbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû bi rûyî zuhabûn û karesatên xwezayî ye.

Her wiha li Bakur Rojhilatê Sûriyê nêzî 15 hezar hektar erd bûye çol û ji sedî nêzî 85 hektar di bin gefa çolbûyînê de ye.

Rêveberê Beşa Plan û Projeyan a Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û lêkolînerê jîngehê, Arif Muslim diyar kir ku rêjeya qada çolbûyînê li herêmê li gorî salên borî zêde bûye.

Sedemên vê zêdebûnê spartin aloziya li Sûriyeyê û nebûna kontrola li ser pirsgirkên jîngehê.

Eger tedbîr neyên girtin dê siberoja herêmê di rewşeke herî xirab de be

Lêkolîner Muslim anî ziman ku eger li hemberî pirsgirêkên zuhabûn û çolbûyînê çareserî neyên dîtin, dê siberoja herêmê di rewşeke herî xirab de be û wiha berdewam kir:

“Divê tevahî aliyên têkildarî bi tevkariya şêniyan li hemberî riska çolbûyînê bikevin tevgerê û tedîbrên pêwîst bigirin.”

Li gorî, Arif Muslim, niştecihên erdên wan zuha bûne xwedî ezmûn in, pêwîstiyên jîngeha ku lê dijîn nas kirine, lewra ew bêtir dikarin rê li ber pirsgirkên çolbûyînê bigirin.

Back to top button