Pergalên nûjin ên avdanê rê li ber çolbûyînê digire

Îro 17’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Çolbûn û Zuwabûna Jîngehê ye.
Li Kantona Cizîrê, kêmaniya avê girîngiya wê hîn bêtir dike.
Cotkarên ku debara jiyana xwe li ser çandiniyê dikin jî ji bo avê baş bikarbînin, rêbazên nû peyda dikin.
Bi vê rêbazê re, av kêm tê karanîn û berhem jî weke xwe ye.
Ji ber vê yekê cotkar keyfxweşin û dibêjin: Aliyên pêwendîdar ji bo pêşxistina vê rêbazê dikarin bi wan re bibin alîkar.

Yek ji sedemên kêmbûna rêjeya avê, avdana berhemên çandiyê di havînê de ye.

Germa zêde dibe sedema çandinî hîn bêtir avê bixwaze.

Bi armanca pêşxistina çandiniyê û karanîna avê bi awayekî baş, cotkarên herêmê serî li rêbazên pêşketî yên avdanê dane.

Mihemed Seîd Îsmaîl ev 20 salin çandiniyê dike, 600 donim zeviyên wî li gundê Senceqa Sadûn yê bajarê Amûdê hene.

Îsmaîl diyarkir ku ji bo parastina ava binerd, nexerckirina sotemeniyê û ji bo parastina jîngehê avadaniya bi firfirê (rezaz) yê herî guncaw e.

Cotkar: Ji bo bikaranîna vê pirojeyê aliyên peywendîdar dikirin piştgiyê bidin cotkar

Pergala nû ya avdanê derket ku avê zêde xerc nake û berhemdarî weke xe diparêze.

Her wiha Îsmaîl destnîşan kir ku bi kêmbûna avê re, wê zeviyên avî kêm bibin û pêşiniyar li aliyên peywendîdar kir.

Ehmed Remedan El Xilêf jî 25 salan di karê çandiniyê de dixebite û xwedî 15 donim erd e.

El Xilêf ê hîna rêbazên kevn ên avdanê bi kar tîne wiha dibêje:

Rêbaza avdana cerî, dibe sedema av gelek bê xerckirin.

Ev rêbaz rêbazekî kevin e, lê rêbaza nû ya rezazan bi rastî heta niha me bikarneanîiye.

Ti pirsgirêkê wê tune, berovahî wê xerabûna wê kême.

Û kêm avê xerc dike.

Bikaranîna şêwazê nû yê avdanê ji sedî 40 ji xerçkirina avê kêm dibe

Niha cotkar bi vê rêbazê, bi rêjeya ji sedî 40 xerckirina avê kêm dikin û rêjeya hilbijerandinê digihêje ji sedî 30’î.

Back to top button