Cemal Şerîk: Rêber Apo bû Rêberê neteweyî

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk anî ziman ku berxwedana meha Hezîranê pêwendiya xwe yekser bi berxwedana Îmraliyê re heye û got:
“Ji ber vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî.
Lê belê xwedîderketina li wî bi temsîlkirineke rast a wê berxwedanê dibe.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk berxwedanên civakî yên meha Hezîranê û pêwendiya van berxwedana bi Rêber Apo re ya li Îmraliyê ji ANF’ê re nirxand.

Cemal Şerîk destnîşan kir ku encamên berxwedana dîrokî ya Rêber Apo a li Îmraliyê û berxwedêriya meha Hezîranê hevdu temam dikin û got:

“Ji ber ku berxwedana Rêber Apo di heman demê de temsîliyeta asta herî bilind a berxwedana meha Hezîranê ye.

Berpirsyarî û wezîfeya me hemûyan e ku berxwedanên bi heybet ên meha Hezîranê di nava hevgirtineke bi vî rengî de binirxînin û xwedî lê derkevin.”

Cemal Şerîk: Têkiliya navbera berxwedanên civakî û berxwedana Îmraliyê nikare bê qutkirin

Cemal Şerîk diyar kir ku têkiliya navbera berxwedana civakî û berxwedana Îmraliyê nikare bê qutkirin û domand:

“Têkoşîna li hemberî vê jî têkoşîna gelên Kurdistan û Tirkiyê ya li dijî rejîma şerê taybet e.

Divê têkiliya vê yekê ya yekser a bi berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê bê dîtin.

Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî.

Veguheriye têkoşînekê ku azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas.”

Cemal Şerîk: Em berxwedana Îmraliyê bi rengekî rast temsîl bikin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê anî ziman ku divê em berxwedana Îmraliyê bi rengekî rast temsîl bikin û got:

“Lewma îzolasyona li ser Rêber Apo di heman demê de êrişek li ser tevahiya mirovahiyê ye.

Çawa ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de şênber bû, xwestin li ser vê bingehê hin encaman bi dest bixin;

Berxwedana Rêber Apo jî tê wateya li dijî vê yekê.

Ev yek jî xwedîderketinê bi xwe re tîne. Lê belê xwedîderketina li wî bi temsîlkirineke rast a wê berxwedanê dibe.”

Cemal Şerîk: Divê hêzên Demokrat û Sosyalîst xwedî li pêngava azadiyê derkevin

Cemal Şerîk ragihand ku çawa berxwedana Parka Gezî hêza bandorê zêde kir, berxwedana Rêber Apo jî bi heman rengî derfetê dide şoreşger û demokratên Tirkiyeyî ku hêza xwe ya têkoşînê xurt bikin û wiha bi dawî kir:

“Ev yek di heman demê de tê wateya destpêkirina pêngaveke girîng ji bo rizgariya hevpar a gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Wê demê divê şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyî xwedî li pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re derkevin.”

Back to top button