“CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘li Îmraliyê êşkence heye’ re bê alî bimîne”

Parêzerê Rêber Apo Cengîz Yûreklî anî ziman ku serlêdana “çalakiya lezgîn” a raporvanên NY’yê dê saziyên din ên navneteweyî jî têxe nava liv û tevgerê û got:”Dema ku komîteyeke NY’yê got ‘êşkence heye’ CPT, KE û DMME nikare bêalî bimîne.
Ev yek dê rewabûna wan jî bide nîqaşkirin.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17’ê gulanê de ji bo muwekîlên xwe Rêber Apo û her 3 girtiyên li, serlêdana “çalakiya lezgîn” li raporvanê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî kir.

Ji parêzerên Rêber Apo Cengîz Yureklî têkildarî serlêdana ji raporvanên girêdayî NY’ê kirine axivî.

Yureklî diyar ku CPT peywira xwe pêk naîne û wiha got:

“An ji ber berjewendiyên xwe an jî ji ber neçarê hikûmeta Tirkiyeyê ne an jî nikarin bi wan, li hemberî domandina tecrîdê pir lewaz tevdigerin, kêm dimînin.”

Cengîz Yureklî: Saziyên eleqedar peyvîrên xwe yê tecrîdê pêk naînin

Yureklî diyar kir ku ew serlêdanên xwe yên Konseya Ewropayê (KE), û saziyên girêdayî konseyê didomînin û got:

“Ev sazî ne alternatîfên hev û du ne. Danekirinên wan cuda bin jî heman peywirê pêk tînin.

Di heman demê de rol û misyona wan heye ku dikarin hev û du têxin liv û tevgerê jî.

An ku dema komîteyekî NY’ê got ‘îşkence heye, mafê mirovan tê binpêkirin’ CPT, KE an jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nikare bêalî bimîne.

Ev yek dê rewabûna wan jî bide nîqaşkirin.

Dê encamekî ku ‘karê xwe nakin, erkên xwe pêk naînin’ derkeve holê.”

Cengîz Yureklî: Bi tu awayî agahiyan bi Parêzeran re parve nakin

Yureklî ser serlêdana xwe ya ji raporvaniya têkildarî peywira parêzertiyê kar dikin re jî sekini û ev tişt gotin:

“Li aliyekî li Îmraliyê tecrîdekî giran didin sepandin, li aliyê din ‘tecrîda hiqûqî’ ya em pênase dikin heye.

Nahêlin parêzer tev li dosyeyê bibin, belgenameyên dozê parve nakin.

Bi tu awayî agahiyan bi me re parve nakin.”

Cengîz Yureklî: Îmrali tunehesibandina Saziyên Navneteweyî ye

Yureklî bal kişand ser girîgiya têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê û wiha bi dawî kir:

“Mafê her welatiyekî ye ku li dijî îşkenceyê bisekine, lê belê ev yek berpirsyariya parêzer, saziyên ji parastina mafên mirovan berpirsyar in.

Bi vî aliyê xwe ve divê Yekitiya Baroyan li dijî vê rewşê bêyî helwest nebe.

Niha nîqaşên Destûra Bingehîn tên kirin lê belê hebûna Îmraliyê tê wateya redkirina hemû saziyên nevneteweyî.”

Back to top button