DAIŞ’iyên wezîfedarên girtîgehê dîl girtin hatin kuştin

Rayedarên Rûs diyar kirin ku DAIŞ’iyên li girtîgeheke li başûrê welêt 2 wezîfedarên girtîgehê dîl girtibûn, hatin kuştin.

Di daxuyaniya rêveberiya girtîgehê de hate gotin,

“Bi operasyoneke taybet sûcdar hatin bêbandorkirin û xebatkarên dîl hatin girtin serbest hatine berdan.”

Rêveberiya girtîgehê beriya çend saetan ragihandibû li navenda binçavkirinê ya hejmara 1’emîn a li herêma Rostovê ya li ser sînorê Kafkasyayê, 2 gardiyan ji aliyê girtiyan ve dîl hatine girtin.

Ajansa TASS a Rûsyayê diyar kir ku di nava kesên herdu wezîfedar dîl girtine de, endamên DAIŞ yên bi sûcê terorê tên darizandin hene.

Ajansê eşkere kir ku êrişkaran bi kêr, ço û bivirekî xwe li hewşa navenda binçavkirinê veşartibûn.

Rûsya gelek caran dibe hedefa êrişên DAÎŞ’ê.

22’ê Adarê kesên çekdar li salona konserekê ya li nêzî Moskowayê gule li derdorê reşandibûn.

Di encamê de, 144 kes hatibûn kuştin, bi sedan jî birîndar bûbûn.

Piştî demeke kurt çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya êrişê li xwe girtibûn.

Back to top button