![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/Capture-Ronahi-1080.01_34_39_02.Still011.jpg)
Li bajarên kantona Cizîrê ji Cejnê hebûn.
Malbatan cejin bi tayîbetmendiyên wê ev cejin pîroz kirin.
Li Kantona Cizîrê jî, Cejin bi coş û hêviyên nû hat pêşwazkirin.
Cejn li bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Hesekê, Şedadê û Tilbirak jî bi nimêja cejnê û ziyaretkirina goristanên şehîdan dest pê kir.
“Zarok kêfxweşiya cejnê ne” gotinek e li ser zimanan e di her Cejnê de.
Saetên sibehê li van bajaran zarok bi cil û bergên xwe yên cejnê mal bi mal digeriyan û şekir kom dikirin.
Malbatan jî bi serdanên cîran û xizmên xwe cejna hev pîroz kirin.