Komîteya Tenduristiyê ya KCK daxuyanî da

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bang li her kesî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilind bikin.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da.

”Sûcên herî mezin di vê şerî de tê kirin”

Komîteyê got: ”Bi perspektîfên Erdoganê faşîst, sûcê herî mezin ê mirovahiyê di şerê li dijî gerîlla de tê kirin.”

”Şebnem Korur dengê mirovatiyê ye”

Komîteyê daxuyaniyên Şebnem Korur Fincanci ku li dijî van sûcan derketiye, watedar û bi nirx bi nav kir û got:

“Şebnem Korûr Fincancî Seroka Doktorên Bijîşkên Tirk, pispora tipa edlî ye, li cîhanê navdar e û zanyarekî bi rûmet e.

Ew parêzvanê mafên mirovan e ku bi salan e bi lehengî rastiyê diqîre. Şebnem her tim li kêleka jiyanê û danjiyankirinê ye.

Şebnem dengê wijdana me û mirovatiyê ye. Xwedîderketina li vî dengî û vî wijdanî xwedîderketina li rûmeta me ye.”

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bang li her kesî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bikin.

Back to top button