Li Ekvadorê ji ber şemitîna axê 8 kes mirin

Li Ekvadorê ji ber şemîtina axê 8 kes mirin, 22 kes birîndar bûn. Agahî ji 11 kesan nayên girtin.
Her wiha li Libyayê jî ji ber germa zêde şewat derket, bi hezaran dar şewitîn.

Hejmara kesên ku di encama şimitîna axê ya ku piştî barana zêde li welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Başûr jiyana xwe ji dest dan derket 8’an.

Ji aliyê Ofîsa Rêvebiriya Rîskê ya Ekvadorê ve derbarê erdhejê de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şimitîna axê ya ji ber barana zêde pêk hat de ji 11 kesan agahî nehate girtin û 22 kes jî birîndar bûn.

Li Libyayê ji ber germa zêde şewat derket

Li gor agahiya rayedarekî li bajarê Kufra yê li başûrê Libyayê ji ber germa zêde şewatên mezin derketin.

Di şewata ku li Kufrayê di 3 zeviyên mezin ên çandiniya darên xurman de derket de bi hezaran dar şewitîn.

Di dema ku du ji wan şewatên ku ji sedî 70 darên zeviyên xurman şewitîn, hatin kontrolkirin, ekîbên agirkujiyê hê jî hewl didin ku agirê li yek çandiniyê kontrol bikin.

Di şewatan de ti ziyanên canî û birîndarî çênebûn.

Back to top button