Çalakiya Mexmûrê ya li dijî tecrîdê bi koma 66’an didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 66’emîn di roja 337 de bi biryardariyek xurt didome.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 337 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya nobetê vê carê ji aliyê koma 65’an ve dewrî koma 66’an hate kirin.

Li ser navê koma 65’an Xelîl Hevlerî axivî.

Xelîl Hevlerî di axaftina xwe de bang li gelê Kurd û tevahî cîhanê kir ku ji bo Rêber Apo rabin ser lingan û got:

“Ji bo em vê çalakiyê bigihînin encamê, em tevahî gelê Kurd vedixwînin ku vê çalakiyê hîn xurtir bikin da ku em tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkênin.”
Piştî axaftinê koma 66’emîn çalakî dewir girt.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 60. dewame

Back to top button