NY: Li Haîtiyê 600 hezar kes ji ber tundiya çeteyan koçber bûn

Meha Adara vê salê Haîtî rastî tundiya çeteyan hatin ku ji girtîgehê reviyabûn, gelek kes hatibûn kuştin.
Lê heya vê rojê jî li Haîtî tundî berdewam dike, ji ber vê xelkê heremê bi neçarî koçber dibin.
Li gor rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî li Haîtiyê 600 hezar kes koçber bûne.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) derbarê rewşa Haîtiyê de raporek parve kir.

Li gorî rêxistina koçê ji ber zêdebûna tundiya çeteyan, li Haîtîyê ji meha Adarê û vir ve hejmara koçberên hundirîn ji sedî 60 zêde bûye û gihiştiye nêzî 600 hezarî.

Li gorî rapora IOM’ê li welatê ku nifûsa wê 10 mîlyon e, ku di destpêka meha Adarê de 362 hezar û 551 bû, niha hejmara mirovên ji cih û warên xwe bûne 578 hezar û 74 kes bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku tevî ku sala 2024’an ne nîvî ye jî, hejmara mirovên jicîhûwarkirî di tevahiya sala 2023’yan de “hema bi qasî hejmara mirovên ji cihên xwe koçber bûne” ye.

Ev yek rewşa xirab a ewlehiyê radixe ber çavan.

Rêxistina Koçê destnîşan kir ku nêzî 95 hezar kes ji paytextê di navbera 8’ê Adarê û 9’ê Nîsanê de reviyan, piranîya wan ber bi Eyaleta Başûr ve, ku koçber ji sedî 10’ê nifûsê pêk tînin.

Haîtî bi dehsalan rastî bê îstiqrariya siyasî hatiye, lê di mehên dawî de welat rûbirûyê vejîna tundûtûjiya çeteyan bûye, ku niha 80 ji sedî ji paytext Porto-Prince kontrol dike.

Li gorî daneyên IOM’ê, li ser asta neteweyî, ji sedî 80’ê nêzî 600 hezar mirovên ji cih û warên xwe bûne, ji aliyê malbatan ve tên xwedîkirin.

Rêxistina Koçê niha hejmara mirovên jicîhûwarkirî li Porto-Prince 185 hezar texmîn dike; Ev hejmar ji destpêka meha Adarê û vir ve ji sedî 15 zêde bûye.

Back to top button