Li başurê Çînê ji ber barana zêde 9 kes mirin

Li Başûrê Çînê ji ber barana zêde 9 kes mirin û di barana 2 rojan de 378 xanî hilweşiyan.
Her wiha li eyaleta New Meksîko ya Amerîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin.

Li gor agahiyên ewil li başûrê Çînê li eyaleta Fucien û Guangdongê ji ber barana zêde şemîtina axê çêbû 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê hikûmeta herêmê ve hatiye dayîn, li eyaleta Vuping a eyaleta Fucienê di şimitîna axê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî winda ne.

Li Vupingê ji ber barana zêde ya 2 rojan de 378 xanî hilweşiyan û 880 hektar zeviyên çandiniyê jî zirar dît.

Li eyaleta Meycou ya eyaleta Guandongê ji ber şimitîna ji ber barana zêde û lehiyê herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes asê man û 15 kes jî winda bûn.

Li navenda parêzgeha Meycoyê û navçe û gundên wê elektrîka 130 hezar malbatan nayê dayîn.

3 helîkopter û 200 efser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên bi bandor didomînin.

Li eyaleta Guangdongê ji ber ava çemê Hancîangê ku çemê Pearlê ye 11 hezar û li eyaleta Guicouyê jî 1100 kes ji herêmê hatin tehliyekirin.

Li Eyaleta New Meksîko ya Amerîkayê şewata daristanan

Doh li Eyaleta New Meksîko ya Amerîkayê şewata daristanan destpêkiribû.

Du şewatên li nêzî Ruidoso bi hev re bûn sedem ku 7 hezar 800 kes li herêmê malên xwe biterikînin.

Waliyê New Meksîko ragihand ku wan rewşa awarte ragihandiye û hêzên din ên Parastina Neteweyî şandin herêmê.

Li Eyaletê rewşa awarte hat ragihandin

Waliyê eyaletê diyar kir ku di şewatê de zêdetirî 500 avahî xisar dîtine û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Wekî din Waliyê New Meksîko diyar kir ku di du şewatan de bi giştî zêdetirî 80 kîlometre çargoşe qada daristanê şewitî.

Ji ber şewatan elektrîka beşeke mezin a herêmê ji ber ewlehiyê qut bû.

Back to top button