Artêşa Îsraîlê plana êrîşê ya li ser Lubnanê erê kir

Artêşa Îsraîlê ku bombebarana li ser Şerîda Xezayê dewam dike, ragihand ku li dijî Hîzbûllahê ew amade ye li Lubnanê jî bikeve nava liv û tevgerê.
Li gorî nûçeya Times of Israel, piştî şerê li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê yê bi Hîzbûllahê re giran bû, artêşa Îsraîlê 18’ê Hezîranê roja Sêşemê ragihand ku ew amade ye êrişê bibe ser Lubnanê.
Li aliyê din Berdevkê Pentagonê Pat Ryder hişyarî da ku îxtîmala ku rewşa navborî ya di navbera Îsraîl û Hizbullahê veguhere pevçûneke berfireh a herêmî.

Artêşa Îsraîlê, di dema civîneke generalan a li ser ‘nirxandina rewşê’ de ragihand ku planên operasyonê yên ji bo ‘êrişa’ li ser cîranê xwe yê li bakur, erê kiriye.

Beriya ragihandina vê yekê, şefê dîplomasiya Îsraîlê Israel Katz gef xwar û diyar kir ku di ‘şerekî topyekûn’ de ku wê ‘bandoreke cidî’ li Lubnanê bike, wê koma Îslamî ya Şîa ‘tune’ bibe.

Analîst diyar dikin ku koma Lubnanî li gor sala 2006’an ku ‘Şerê dawî yê mezin ê li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin’ niha hîn bêhtir xurt e.

Di şerê sala 2006’an de ji aliyê Lubnanê herî kêm hezar kes mirin, li aliyê Îsraîlê jî 160 kes miribûn, zêdeyî milyonek mirov bê cih û war mabûn.

Îsraîlê bombebaraneke giran li Lubnanê kiribû û bûbû sedema hilweşandinekê.

Sefîrê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein di dema vê gefa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de li Beyrûdê axivî û anî ziman ku rewş ‘cidî’ ye.

Amos ragihand ku divê bi lez rageşiya navbera Îsraîl û Hîzbûllahê kêm bibe.

Amerîka ji ber rageşiya Îsraîl û Hizbullahê hişyarî da

Li aliyê din Berdevkê Pentagonê Pat Ryder xemginiya xwe ji zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê de nîşan da.

Ryder hişyarî da ku îxtîmala ku rewşa navborî veguhere pevçûneke berfireh a herêmî.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder ji rojnamevanan re got:

“Dema ku mijar dibe rewşa sînorê Îsraîl û Lubnanê, mebesta me ew e ku bi hevkarên xwe yên li herêmê re, di nav de Îsraîl, ji bo pêşxistina çareseriyeke dîplomatîk bixebitin.”

Daxuyaniya Pat Ryder piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê ragihand ku plana êrîşa li Lubnanê pejirand, ku rageşiya bi Hizbullahê re berdewam dike.

Îsraîl li başûrê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî

Back to top button