Tevgera Azadî têkildarî qurbaniyên keştiya li Îtalya daxuyaniyek da

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê dilgiraniya mexdûrên keştiya ku duh li peravên Îtalyayê binav bû, bi komek rêwiyên kurd re parve kir.
Tevgerê ragihand ku haya hikûmeta Başûrê niha ji vê karesatê nîne û got: “Divê em hemû bi hev re li ser çareserkirina pirsgirêkan bifikirin.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li ser binavbûna keştiyeke penaberên Kurd li peravên Îtalyayê daxuyaniyek weşand.

Tevgera Azadî: Hikûmeta Başur li hemberî van bûyeran bêxeme

Tevgerê di daxuyaniyekê de ragihand, gelek ciwan û malbat jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî hindek ji wan winda ne, gelek ji wan kesên mane jî çarenûsa wan ne diyar e û wiha got:

“Ya ku di mirina van welatiyan de bêxeme, hikûmeta gendelî, demborî, nerewa û kevneperest a hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye.

Ev ne cara yekeme ku ev bûyer diqewimin û bi sedan ciwan û welatî dibin qurbanî.”

Tevgera Azadî: Hikûmeta Başûr li dijî azadiyê ye

Tevgerê da zanîn ku desthilata Hikûmeta Başûr li dijî azadiya raman, demokrasî û dadperweriyê ye û ewlehiya civakî têk dide û wiha domand:

“Astengkirina guhertinan, çewisandina dengên nerazî û nebûna derfetên kar ji bo ciwanan, sedem e ku hikûmet hêviyek tarî ji bo paşeroja jiyana welatiyan çêbike.

Ciwan û welatiyên ku rêya mirinê hilbijartine, ne tenê ji ber xizanî û bêkariyê ye.

Belê, li dijî hemû neheqî, newekhevî, talan û gendelî ye ku ev zêdetirî 30 salin berdewam dike.

Komek parazîtên siyasî xwe li ser welatiyên Başûrê Kurdistanê ferz kirine.”

Tevgera Azadî: Divê em li hev bicivin û li ser çareserkirina pirsgirêkan bifikirin

Tevgera Azadî sersaxî da malbatên qurbaniyên keşteyê û ev bang kir:

“Em nikarin her roj bibin şahidê mirina bi girseyî ya welatiyên xwe, çareserî di destê me de ye.

Divê em bên gel hev û li ser çareserkirina pirsgirêkên li derveyî van sîstem û saziyên desthilatdariyê bifikirin.”

Back to top button