Partiya Yekitiya Demokratîk PYD li navçeya Çilaxa ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî, ji gel re civînek li dar xist.
Şêniyên Çilaxa û gundên wê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nirxandin.
Li wir endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Kenan Berekat axivî.
Berekat: Bi hevgirtina gelên herêmê êriş dikarin bên pûçkirin
Berekat, Komkujiya ku duh dewleta dagirker li ser Tirbespiyê-Qamişlo pêk aniye, bi bîr xist û got:
“Ev êriş bi armanca vejandina Osmaniyan nû ye ku dixwaze bi rêya dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.
Berekat, destnîşan kir ku gelê herêmê bi hevgirtina xwe dikare li hember planên qirkirinê bisekine û êrişan pûç bike.



